Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHD Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan ya Sê Mehan Eşkere Kir


Komela Mafê Mirovan (IHD) ji her sê mehan carek raporên binpêkirina mafê mirovan eşkere dike. Raport ji îhlalên bajar û navçên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkîyê pêk tê.

Rêvebirên Komela Mafê Mirovan (IHD) ya Amedê bi daxuyanîyek çapamenîyê daneyên her sê mehên pêşîn yên salê eşkere kirin.

Serokê komelê Racî Bîlîcî xuya kir ku jiber şer, pevçûn, qedexe û operasyonên leşkerî, binpêkirinên mafê mirovan li gorî her sê mehên 2015'an ji sedî 120 zêde bûne.

IHD di rapora xwe de cî da van daneyan:

-Di nav sê mehan de: 97 polîs û leşker di operasyonan de hatine kuştin, 236 birîndar bûn. 126 şervan hatine kuştin, 3 şervan bi birîndar ketine destê hêzên ewlekarîyê.

-15 sîvîl di nav pevçûnan de mane û jîyana xwe jidest dane, 15 kes birîndar bûne.

3 kes ji alîyê PKK'ê hatine desteser kirin.

-Di dema qedexeyan de 279 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin, 91 kes birîndar bûne.

-Hêzên ewlekarîyê êrîş birîye ser 53 xwepêşandanan. Di mudaxaleyan de 28 welatî birîndar bûne.

-Herwiha 1105 serdegritin çêbûne; 95 zarok jî di nav de 2 hezar û 274 kes hatine desteserkirin. Ji nav wan 30 zarok û 547 kes hatine girtin.

-Di girtîgehan de herwiha di dema desteserkirinê de êşkence li 82 kesan hatiye kirin.

-Li girtîgehan jî rewşek xeter heye. 247 girtî, sirgûnê girtîgehên bajarên dûr hatine kirin. êşkence li 55 girtîyan hatiye kirin. Dîsa mafê saxlemîyê hatiye binpê kirin û niha 756 girtîyên nesax di şertên giran de bêyî derman di girtîgehê de ne. Di nav wan de rewşa 300 girtî pir giran e.

-Tundîya li ser jin û zarokan jî zêde bûye. 17 jin ji alîyê malbat an xizmên xwe hatine kuştin, 3 jin jiber pirsgirêkên malbatî xwe kuştine. 4 zarok jî di nav sê mehan de hatine di dema qedexyan de hatine kuştin.

-Zext û zora li ser çapamenîyê girantir bûye. Niha ji 30 zêdetir rojnamevan li Tirkîyê di girtîgehê de ne. Zexta herî zêde li ser Ajanasa Dicleyê (DIHA) û xebatkarê wê ne. Di nav sê mehan de 7 rojnamevanên xebatlarên DIHA'yê bi tawana endamê rêxistina terorê ne, hatine girtin.

-Di alîyê azadîya ramanê de jî gelek binpêkirin pêk hatine. Li herêmê derbarê 581 xwendekar, sîyasetvan de jiber egerên sîyasî lêpirsîn û doz hatine vekirin. Ceza li 58 kesan hatiye birîn.

-Di warê aborîyê de jî 871 kes ji kar hatine derxistin, lêpirsînên îdarî di heqê 476 kesan ve hatine vekirin, herwiha 13 kes jî ji bajarên din re hatine sirgun kirin.

XS
SM
MD
LG