Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ahmed: Divê Amerîka Pişta Xwe li Kurdan Nezivire


Zarokekî Kurd bi alayên Amerîkî, Kurdî û YPGê li Sirucê 29, 10, 2014
Zarokekî Kurd bi alayên Amerîkî, Kurdî û YPGê li Sirucê 29, 10, 2014

Karbidesteke bilind yê Kurdên Sûrî ji AP re dibêje ku Washington dê şerê dijî DAIŞ’ê pûç bike, eger pişta xwe li hevalbenda xwe, Kurdan nezivirîne.

Hevseroka Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed dibêje ku li Sûrîyê tekane hevalbenda Amerîka, Kurd in û divê Washington pişta xwe li wan nezivirîne.

"Em nikarin hikûm li ser nêrînên Amerîkîyan bikin. Lê, tiştekî zelal heye ku ger Amerîka piştgirîya ji hevelbendên xwe li Sûrîyê, ji Kurdan re rawestînin, wateya wê ev be ku ew xwe jî şerê dijî DAIŞ’ê dikşînin.”

Ahmed da zanîn ku bi sekinandina piştgirîya ji Kurdan re, derfet ji DAIŞ’ê re çêdibe ku careke din bi hêz keve û berfirehtir be.

Wezareta Berevanî ya Amerîka roja Duşemê ragihandibû ku Amerîka dê hevkarîya bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re bidomîne, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî beşeke wê ye.

Pentagonê dîyar kiribû ku çekên ku ew didin HSD’ê jibo hin erkên wek têkbirina DAIŞ’ê sînordarkirî ne û wan berê jî Tirkîyê ji vê yekê agahdar kiriye.

Hefteya borî Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê axifîbûn û Enqerê xwestibû ku Washington piştgirîya bo Kurdên Sûrîyê rawestîne.

Piştî axaftina her du serokan, Wezîrê Deve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu jî gotibû ku Amerîka wê êdî çekan nede YPG’ê.

XS
SM
MD
LG