Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ahmed: Bi Guherandina Navan Dixwazin Efrînê Bikin Herêmeke Tirkan


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku komên Artêşa Azad ya Sûrîyê duh Pêncşemê navê qadeke kirin Recep Tayyîp Erdogan.

Medya Tirk da zanîn ku bi biryara Meclîsa Herêmî ya Efrînê navên qadan hatine guherandin.

Li gor biryara nû, navê qadekê bû ‘’Şaxa Zeytûnê’’ û Qada ku bi navê ‘’Qada Newrozê’’ dihat zanîn jî bû ‘’Qada Selahaddîn Eyyubî’’

Hevseroka Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed ji medya Alman re dîyar kir ku ‘’guherandina navan komployoke Tirkan e û bi wê dixwazin ku Efrînê bikin herêmeke Tirkan’’

Ahmed da zanîn ku komên Artêşa Azad ya Sûrîyê, ku Tirkîye piştgirîya wan dike, sîvîlan ji gundên Efrînê derdixîne û wan dike navendên leşkerî.

Komên Artêşa Azad ya Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê di meha Adarê de kontrola Efrînê bi dest xwe xistibûn.

XS
SM
MD
LG