Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ehmed: Komên ku Tirkîye Piştgirîya Wan Dike Sloganên DAIŞ'ê Dibêjin


Seroka Desteya Rêvebir ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Kongresa Amerîkî ser rewşa bakurê Sûrîyê axifî.

Îlham Ehmed dîyar kir ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), 30 ji sedê axa Sûrîyê ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar kiriye û bi bîr xist ku di wê têkoşînê de 11,000 şervanên wê hêzê hatine kuştin.

Wê da zanîn ku komên ku Tirkîye piştgirîya wan dike sloganên DAIŞ’ê dibêjin û sîvîl û sîyasetvanan dikujin.

‘’Têkîlîyeke me ya baş ligel Amerîkayê hebû. Sozên berpirsên Amerîkî bo me hebûn. Me dizanî ku Amerîka nahêlê êrîş li djî herêma me çêbe’’ Îlham Ehmed got.

Seroka Destêya Rêvebir ya MSD’ê herwiha ameje kir ku Tirkîyê dijî wan çekên qedexekirî karanîne û wêneyên zarokên birîndar nîşan dan.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG