Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlhan Omer Qedexeya Îsraîlê Şermezar Dike


Endama Civata Nûneran ya Amerîkî ya Demokrat Îlhan Omer qedexeya Îsraîlê ya serdana wê ya wî welatî şermezar kir û ew wek biçûkxistina nirxên demokratîk bi nav kir.

Wê got ku biryara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ne tiştekî surprîz e jiber ku helwesta wî ya dijî hewilêîn aştîyê tê zanîn.

“Îsraîl ku xwe wek teka demokrasîya Rojhilat Navîn nîşan dide, bi vê biryarê bêrêzî li nirxên xwe û li nûnerên hilbijartî yên dewleteke hevalbend dike,” Omer di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Omer, ku bi eslê xwe ji Somalî ye, endama Komîteya Derve ya Civata Nûneran e û ew hazirî dikir ku ligel Raşîda Tlaîb here Îsraîlê.

Netanyahu, piştî daxwaza Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku ewê nehêlin ku Tlaîb û Omer werin Îsraîlê.

Trump bang li Îsraîlê kiribû ku rê nede Tlaîb û Omer da ku wek wekatekî lawaz xuya nebe.

XS
SM
MD
LG