Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Meha Îlonê de li Amerîka 263 Hezar Karên Nû Peyda Bûn


Li Amerîka nîşaneke bo ragihandina kar (Arşîv)
Li Amerîka nîşaneke bo ragihandina kar (Arşîv)

Wezareta Kar ya Amerîka îro Înê ragihand ku di meha Îlonê de ji rêjeya çaverekirî pirtir karên nû li bazarê zêde bûn û hevdem rêjeya bêkarîyê daketiye ji sedî 3.5’an.

Wezareta Kar ragihand ku di Îlonê de bilî cotkarîyê, 263 hezar karên nû zêde bûne.
Pişesazîyên kêfxweşîyê û mêvanperwerîyê bi 83 hezar karan pêşengîya zêdebûna berfireh ya avakirina karên nû kirine.

Lê, dîsa jî rêjeya kar ya di van her du pişesazîyan de 1.1 mîlyon kar di bin asta xweya berîya pandemîya COVID-19 de maye.

Hat ragihandin ku di pişesazîya xizmetên saxlemîyê de jî 60 hezar kar zêde bûne.
Di pişesazîya karûbarên pîşeyî û karsazîyê de 46 hezar karên nû zêde bûne.

Herwiha di pişesazîya hilberînê 22 hezar û karên nû pişesazîya avakirina xanîyan de jî 19 hezar kar zêde bûne.

Di karên bazirganîya giştî de jî zêdebûn hat tomar kirin;lê pîşesazîya karûbarên darayî 8 hezar kes ji kar derxist.

Di pîşesazîya veguhestin û embarkirinê de jî 8 hezar kar winda bûne.

Wezareta Kar dîyar dike ku di Îlonê de bazarên diravî ya Amerîka (borsa) di astên kêmtir de vebûne, nirxê Dolar li hember diravên biyanî zêde bûye û herwiha buhayên Xezîneya Amerîka daketine.

Aborîzan didin zanîn ku di pişesazîyên Amerîka de hê jî 4 milyon cihên vala ji yên kar hene ku gelek pîşesaziyên xizmetan di Îlonê de kêmbûna karkeran ragihandine.

Lê, digel lêçûnên deynkirinê yên bilind û hêdîbûna daxwazê, aborîzan li bendê ne ku sala pêş kompanî bi rengekî balkêş ji girtina karkerên nû vekişin.

Her çend kêmbûna du ji sedî ya rêjeya bêkarîyê ya ji % 3.7 ya di Tebaxê de hinekî jiber kesên kukar terikandin be jî, jimarên Wezareta Kar hevdem nîşan didin ku kêmtir Amerîkî meha borî jiber sedemên aborî bi nîvdemî (part-time) dixebitin.

Hejmara kesên ku jiber sedemên aborî nîvdem dixebitin meha borî 306 hezar daket 3.8 mîlyon kesan.

Wezareta Kar herwiha ragihand ku rêjeya navîn ya xebata heftane di heman asta di meha Tebaxê ya 34.5 seatan de maye.

Aborîzan dibêjin ku pêzanînên meha Îlonê nîşaneke berbiçav ya bazara kedê ya teng e, ku wê Banka Navendî ya Amerîka bo demeke din tundkirina sîyaseta diravî ya xurt bidomîne.

XS
SM
MD
LG