Lînkên eksesibilîtî

Zarokê Êzîdî Îmad Giheşt Dayika Xwe ya li Kanada


Îmad Temo

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Pêncşemê ragihand ku zarokê Êzîdî Îmad Temo, ku sê sal berê ji alîyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hatibû revandin, giheşt malabata xwe.

UNHCR da zanîn ku Îmadê 13 salî bi alîkarîya wê giheşt ba dayika wî ya li bajarê Winnipeg ya Kanada.

Xalê Îmad, Hadî Temo dîyar kir ku piştî ku birazê wî hate revandin, ti agahî di destê wan de tunebû ku ew sax e yan mirî ye.

Dîmenên Îmad di meha Tîrmehê de, li Bajarê Kevin ya Mûsilê, di bin kavilan de derketibû û rewşa wî ya tarûmar bandoreke mezin li seranser cîhanê vedabû.

Pispora UNHCR Sarah Webster da zanîn ku dayika Îmad di sala 2016’an de karîbû ji destê DAIŞ’ê rizgar be û ew destpêka vê salê, bi wan li bajarê Winnipeg ya Kanada bi cîh bûbû.

“Îmad di 16’ê Tebaxê de ligel rêvebirekî UNHCR û malbateke din ya Êzîdî, ku ew jî li Kanada bi cîh dibin, giheşt vî welatî. Dema ew li Duhokê bû, UNHCR wî û malbata din li hev civandibû ku dema firînê hevdû baştir nas bikin,” Webster got.

XS
SM
MD
LG