Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmam Taşçier Behsa Serdana Şanda HDPê bo Herêma Kurdistanê Dike


Îmam Taşçier
Îmam Taşçier

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezayî Temellî, 7 Îlonê, bi heyeteke re serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Di nav vê heyetê de Parlementerê Amedê Îmam Taşçier, Parlementerê Agirîyê Bedran Ozturk, Parlementerê Mêrsînê Fatma Kurtalan û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP Nazmî Gur cî girtibûn.

Îmam Taşçier, ev serdana Herêma Kurdistanê û li vê derê encama ku li dest xistine ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand. Taşçier da dîyarkirin ku wan ji Mesûd Barzanî daxwaza yektî û dîyalogê kiriye. Mesût Barzanî jî bersîveke erênî daye:

“Hun jî dizanin ku sala 2013 an de ji bo duristkirina kongreya netewî bangeke Kek Mesût hebû û ser vî jî me xwast car din ev têkeve merîyetê. Cenabê Kek Mesût got: Raste. Di nav Kurdan de dîyalog, hevdîtin û yektî lazime hebe. Berî vî pêdivîye ku li her perçê Kurdistanê pêştir di nav xwe de yektî bê çêkirin. Piştî wî lê çima di nav beşê din de jî yekitî nebe.”

Îmam Taşçier vê hevdîtinê ji bo berjewendîyên Kurdan gelek serkeftî dibîne. Taşçier dadidexuyakirin ku, heke li Tirkîyê sîyaseteke bê şer û demokratîk bê meşandin wê Mesut Barzanî di vî warî de alîkarî bike:

“Hevdîtina me li gel Kek Mesût gelek erênî derbas bû. Kek Musut ji bo beşa Tirkîyê ango Bakûrê Kurdistan got: Sîyaseteke bê şer, sîyaseteke demokratîk û meşrû bê meşandin emê di vî warî de alîkarî bidin. Ji destê me çi bê emê piştgirî bikin.”

Îmam Taçier dadîyarkirin ku li ser mesela Maxmûrê jî rawestîyane. Ji bo vê derê jî Mesût Barzanî dîyar kirîye ku ev der her çiqas di destê wan de be jî hikûmeta merkezî xudanê erke, lê ewê di vî warî de jî alîkarî HDP bikin.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:40 0:00


XS
SM
MD
LG