Bajarvanê nûhilbijartî yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dîyar ku merasîma wergirtina kar dê roja Pêncşemê li da keve.
Îmamoglu ji Twitterê da zanîn ku merasîm dê li Saraçhane li dar keve û bang li gel kir beşdarî merasîma li pêş şaredarîyê bibin.
Berbijarê Tifaqa Milet ya ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu di 23’ê Hezîranê de dijî berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim bi ser ketibû.
Hêjayî bîrxistinê ye, pisporên sîyasetê didin zanîn ku hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di serketina Îmamoglu de roleke girîng lîstine.