Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Jimartina Dengan Roja Sêşemê Diqede


Ekrem Îmamolgu, ku li gor encamên nefermî bi ser ketiye, dîyar kir ku ewê roja Sêşemê jimartina dengan biqede.

Îmamoglu da zanîn ku ew bi Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bawer dikin û got ku ew tenê ‘’berpirsîya wê ya dîrokî’’ bi bîr dixin.

Wî dîyar kir ku ewê roja Sêşemê encama hilbijartinê zelaltir bibe.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê di 31’ê Adarê de li dar ketibû û li gor encamên nefermî li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) bi ser ketibû.

Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) îdia dike ku di hilbijartinê de ‘’sextekarî’’ çêbûye û ser encaman daxwazên pêdeçûnê dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li bajarên mezin ên mîna Stenbolê bang li alîgirên xwe kiribû dengên xwe dijî AKP’ê bikar bînin.

XS
SM
MD
LG