Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Ez Dixwazim Bibim Bajarvanê Herî Demokrat yê Tirkîyê


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî destûrnameya xwe wergirt, îro Pêncşemê di Fox TV de beşdarî bernameyekê bû.

Îmamoglu dîyar kir ku wî êdî destûrnameya xwe wergirtiye, ew ne ‘’yên karên şexsî’’ ye û ewê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re jî bicive.

‘’Min ji xwe re kiriye armanc ku ez bibim bajarvanê herî demokrat yê Tirkîyê’’ Îmamoglu got.

Li ser pirsa derbarê piştgirîya alîgirên Partîya Gelan ya Demokratîk (HDP), Îmamgolu da zanîn ku ‘’bêguman’’ ewê dengên hemwelatîyên Kurd bistîne û armanca wî ‘’ne cudakirin lê bihevrebûn’’ e.

Hêjayî bîrxistinê ye Partîya Gelan ya Demokratîk (HDP) li bajarên mezin yên mîna Stenbolê bang li alîgirên xwe kiribû dengên xwe dijî berbijarên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bikar bînin.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku alîgirên HDP’ê di serketina berbijarên Partîya Komarî ya Gel (CHP) yên li Enqere û Stenbolê de roleke girîng lîstine.

XS
SM
MD
LG