Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Biryara Ser Başak Demîrtaş Wê DEM Partî Bide


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku jinûve berbijarê bajarvanîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, ser gotinên Başak Demîrtaş yên ser berbijarîya bajarvanîyê peyivî.

Îmamoglu li ser pirsa rojnamevanan dîyar kir ku jibo Başak Demîrtaş, biryar ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) e.

‘’Jixwe ne rast e ku berbijarek ser partîyekê bêje ka ewê berbijarê xwe derxe yan ne. Li ser vê mijarê DEM Partî wê biryarê bide.’’

Wî dîyar kir ku ne hewce ye ku ew ser vê mijarê şiroveyekê bike.

Başak Demîrtaş dîyar kir ku ger gel bixwaze û DEM Partî jî erê bike ew dikare jibo Stenbolê bibe berbijara bajarvanîyê ya wê partîyê.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) û DEM Partî di rojên borî de ser hevkarîyê danûstandin kirin, lê ti hevkarî nehat ragihandin.

Hin pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dibêjin dengên DEM Partî li Stenbolê dîyarker in.

Çaverê ye DEM Partî vê hefteyê stratetjîya xwe ya jibo Stenbolê eşkere bike.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de li Stenbolê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarê rikeberîyê.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG