Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji Twitterê dîyar kir ku civak dixwaze ku Partîya Gel ya Komarî (CHP) serok û rêvebirîya xwe biguherîne.
Îmamoglu got ku civak dixwaze ku partîyeke jibo nûbûnê vekirî be bibîne.
Tîma Îmamoglu bi qasî 20 rojên berê li ser guherîna CHP’ê malperek vekiribû ku navê wê ‘’jibo desthilatê guherîn’’ bû.
Li gor ragihandina Îmamoglu, pirtir ji 100 hezar kes nêrînên xwe li malperê nivîsîne ku ew derabrê guherindina serok û rêvebirîya CHP’ê ne.
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu piştî têkçûna di hilbijartinên Gulanê de bi bernedana seroktîya partiyê tê rexne kirin.
Kiliçdaroglu hefteya borî li Haberturkê dîyar kir ku ew karvekişînê nafikire û gotibû ku rêvebirî dikare wî biguherîne.
Îmamoglu yek ji navên li pêş yên CHP’ê ye û hin sîyasetvan wî wek serokê partîyê yê siberojê dibînin.
Jêder: Twitter