Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malpera Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu ya Ser Guherîna CHP'ê Dest bi Weşanê Kir


Malpera ku Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ser guherîna Partîya Gel ya Komarî (CHP) vekiribû, dest bi weşanê kir.

Navê malperê iktidaricindegisim.org e ku wateya wê guherîna jibo jibo desthilatê ye.

Îmamoglu dîyar kir ku ew jibo guherîna CHP’ê, Tirkîye û desthilatê li benda nêrîn û ş'roveyên hemwelatîyan e.

Li ser malperê jibo hilbijartinên meha Gulanê hat gotin ku rikeberî di hilbijartinên parlaman û serokomarîyê de li hember desthilatê têk çûye û derfeta guherînê jî pûç bûye.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li CHP’ê yek ji navên li pêş e û hin sîyasetvan dibêjin ku ewê bibe rêberê nû yê partîyê.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu piştî hilbijartinan gotibû ku ewê jibo guherînê çi ji dest wî were bike, lê dîyar kiribû ku ew dixwaze Îmamoglu wek bajarvan karê xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG