Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu Bang li YSK'ê Dike ku Serketina Wî Erê Bike


Berbijarê Berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) yê bo bajarvanîya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku li gor encamên nefermî hilbijartin qezenc kir, îro di preskonferansekê de daxwaza dadmendîyê kir.

Îmamoglu bang li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) kir ku serketina wî erê bike û destûrnameya wî pêşkêş bike.

“Em adaletê dixwazin. Ez bi vîjdana 16 mîlyon mirovan û bi encamên ku YSKê ragihandiye, wek şaredar hatime hilbijartin: Loma ez bang li YSKê dikim ku bi karê xwe rabe û destûrnameya min radestî min bike.”

Îmamoglu îdia kir ku AKP'ê di van hilbijartinan de şikestineke mezin xwariye û bi dirêjkirina peyvajoya jimartina dengan, dixwaze têkçûna xwe veşere.

Wî got ku gekê Stenbolê biryara xwe daye û divê herkes rêz li wê biryarê bigire.

Hêjayî bîrxistinê ye ku AKP encamên nefermî qebûl nake û dawaza jinûve jimartina dengan dike.

XS
SM
MD
LG