Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Îmamoglu Destûrnameya Xwe Wergirt


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu destûrnameya xwe wergirt.

Îmamoglu destûrnameya xwe ji Komîsyona Hilbijartinê ya Stenbolê sitand.

Seroka Partîya Komarî ya Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, xanima Ekrem Îmamoglu, Dîlek Îmamoglu û kurê wî beşdarî merasîma sitandina destûrnameyê bûn.

Îmamoglu ji Twitterê got ku heqberîyê şûna xwe girtiye û da zanîn ku wî li ser navê 16 mîlyon Stenbolîyan destûrname sitandiye.

Wî piştre li avahîya bajarvanîya Stenbolê ya li Saraçhane ji walîyê wî bajarî Alî Yerlîkaya karê bajarvanîyê jî bi merasîmekê wergirt.

XS
SM
MD
LG