Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Binpêkirina Îradeya Gel Nayê Qebûl Kirin


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ser jikardûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê bertek nîşan da.

Îmamoglu dîyar kir ku biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi demokrasîyê nayê îzah kirin.

‘’Binpêkirina îradeya gel nayê qebûl kirin’’ Îmamoglu di Twitterê de nivîsî.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de Adnan Selçuklu Mizrakli 63 ji sedê dengan, Ahmet Turk 56 ji sedê dengan, Bedîa Ozgekçe Ertan 54 ji sedê dengan sitandibû ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bûbûn bajarvan.

Hêjayî bîrxistinê ye, hilbijêrên HDP’ê di serketina Îmamoglu de jî roleke girîng lîstibûn.

XS
SM
MD
LG