Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Îmamoglu Îro Destûrnameya Serketina Hilbijartinê Werdigire


Ekrem Îmamoglu, ku li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî bi ser ket, îro bi fermî destûrnameya xwe werdigire.

Komîsyona hilbijartinê ya Stenbolê Îmamoglu vexwand navenda xwe ku destûrnameya serketina hilbijartinê wergire.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê di 31’ê Adarê de li dar ketibû.

Partîya Dad û Pêşvebirin (AKP) îdia kiribû ku di hilbijartinê de ‘’sextekarî’’ çêbûye û ser encaman daxwazên pêdeçûnê kiribû.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li bajarên mezin yên mîna Stenbolê bang li alîgirên xwe kiribû dengên xwe dijî AKP’ê bikar bînin.

XS
SM
MD
LG