Berbijarê Tifaqa Mîllet Ekrem Îmamoglu k udi hilbijartina dubare ya 23'ê Hezîranê de, careke din wek bajarvanê Stenbolê hat hilbijartin.
Îmamoglu roja Çarşemê destûrnameya xwe wergirt û derbazî avahîya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Stenbolê ya li taxa Saraçhane bû. Wî li wir ji walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya erka bajarvanî wergirt.
Îmamoglu li ber derîyê şaredarîyê axaftinek kir û got ku wan li ser navê 16 mîlyonan destûrname wergirt.
“Ez ji 16 mîlyon kesên ji vî bajarî re spas dikim. Me bi hev re zararên ku li demokrasîyê hat dayîn, sererast kir. Tirk, Kurd hemû wekhev in. Ermenî, Cihû, Ereb hemû wekhev in. Em wek netew yek in. Alevî û Sûnî yek in.”
Bi hezaran kesên ku Îmamoglu guhdar dikir, dirûşma “Her tişt dê ciwan be” bilind kir û piştî axaftina wî girse bê pirsgirêk belav bû.