Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu û Yildirim bi Hevre Beşdarî Gotûbêja Televîzyonî Bûn


Namzedê CHP’ê Ekrem Îmamoglu û yê AKP’ê Bînalî Yildirim, di gotûbêja televîzyonî de derketin pêş hilbijeran û jibo Stenbolê projeyên xwe parve kirin.

Hem Îmamoglu hem jî Yildirim projeyên xwe di warê kar, mafên jinê, pêwîstîyên ciwanan, ragihandin û gelek sozên din dan.

Di 31’ê Adarê de dengê Kurdan li Stenbolê roleke girîng lîstibû. Rêvebirê bernamê Îsmaîl Kuçukkaya ji her du berbijaran re pirsî ku ger ew Kurd e, çima ew dengê xwe bide we.

"Ez Kurdek im û di hilbijardinên Stenbolê de jibo çi dengê xwe bidim we?”

Îmamoglu got ku ew bi etnîsîteya kesekî re eleqeder nabe û jibo wî pirsgirêka Stenbolê girîng e.

“Armanca me ew e ku em 16 mîlyon Stenbolî hembêz bikin. Em dixwazin li her derê Stenbolê demokrasî desthilatdarî bikin. Em tenê ji hilbijêrên CHP’yê na, em ji hembajarîyên xwe yên AKP’ê jî, MHP’yê jî, HDP’yê jî BBP’yê jî deng dixwazin.”

Yildirim jî got ku ew dema xizmetê li Stenbolê didin, li etnîsîte û bawerîya kesî nanêrin.

“Dema em xizmetê ji gel re dikin, em partîzanî nakin. Li kesên ku 81 bajarên Tirkîyê hatine Stenbolê: ji yên Trabzonî, yên Dîyarbekirî, yên Agirî, yên Edîrnê jî heman xizmetê didin.”

ED_06_17_2019_Îmamoglu_yildirim
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG