Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gava Yekê ya Lêpirsînkirina Serok Trump li Kongresê Hat Pejirandin


Civata Nûneran ya Amerîkî di dengdana îro de rêbaz û çarçoveya pêkanîna peyvajoya ser lêpirsînkirina (împîçkirin) Serok Donald Trump erê kir.

Di dengdanê de 232 endamên civatê dengê erê da û 196 endam jî dengê na da pêşnîyara çawatîya pêkanîna rûniştinên civakî yên vekirî li Kongresê.

Komarî bi xem in ku rûniştinên wiha yên berî hilbijartinên giştî yên sala tê dikarin zararên mezin bigehînin Serok Trump.

“Îro rojeke xemgîn e. Tu kes jibo împîçkirina serokekî nayê Kongresê,” Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi got.

Kongresmenê Komarî Steve Scalise jî got ku rêbazên ku hatine danan dişibe yên serdema Sovyetan.

Demokrat îdia dikin ku Trump di axaftina telefonî ya 25ê Tîrmehê de ji Serokê Ukraynî Volodymr Zelenskiy xwest ku lêpirsîna hember hevrikê wî yî Demokrat Joe Biden û lawê Hunter, ku rêvebirekî kompanya Burisma ya Ukraynî, bide destpê kirin.

Ger Civata Nûneran peyvajoya lêpirsînkirinê erê bike, hîngê li Civata Senatoran ya bin kontrola Komarîyan doza dadgehkirina Trump destpê dike û divê du ji sê 100 senatoran anku 67 kes piştgirî bide mehkûmkirina Serok Trump.

XS
SM
MD
LG