Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandarên Împîçkirina Trump Dixwazin li Pêş Kongresê Kom Bûn


Bi sedan kesên li pêş avahîya Kongresê kom bûn ser peyvajoya împîçkirina Serok Donald Trump xwepêşandanek li dar xistin.

Li seranserê Amerîka bi slogana ‘’Kes ne di ser hiqûqê re ye’’ çalakî li dar ketin.

Rêvebirên xwepêşandanan didin zanîn ku li temamê Amerîka 617 xwepêşandan çêbûne.

Ji Alaska heta Florîda piranîya xwepêşandanan roja Sêşemê bi şev çêbûn, lê ya li Washingtonê di roja dengdana ser împîçkirina Trump de çêbû.

Xwenîşanderan dîyar kir ku ewê Amerîka, qanûnan bingehîn û demokrasîyên biparêzin û heta Trump tê împîçkirin ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Li hember wan xwenîşanderan komeke biçûk ya piştgirîyê dide Trump jî kom bû.

Her du alî nêzîkî hevdu nebû û çalakîyê bê şer bi dawî bûn.

XS
SM
MD
LG