Girjîya dîplomatîk ya di navbera Washington û Moskowê de didome.
Moskowê, îmtîyaza parkê ya jibo dîplomatên Amerîkî rakir.
Li gor Rossiya 24, ku kanala dewletê ya Rûsya ye, cîhên parkê yên li pêş balyozxaneya Amerîka ya li St. Petersburg, wek bihura peyayan hat boyax kirin.
Li Yekaterinburgê jî îşaretên taybet yên parkê yên li pêş balyozxaneyê hatin rakirin.
Yek ji berdevkên Balyozxaneya Amerîka li Moskowê Mariya Olson nexwest ser vê mijarê biaxive.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku mîsyonên dîplomatîk yên Rûsya li Amerîka û mîsyonên dîplomatîk yên Amerîka li Rûsya dê "tam wekhev" bin.
Medya Rûs da zanîn ku dibe ku hejmara karmendên mîsyonên dîplomatîk yên Amerîka were kêm kirin.
Senatoya Amerîka, di meha Tîrmehê de bernivîsa toleyên dijî Rûsya pejirandibû.
Herî dawî, Amerîka ji Rûsya xwestibû ku Balyozxaneya li San Francisco û tesîsên balyozxaneyê yên li Washington û New Yorkê bigire.