Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Înce Bang li Hevpeymanîya Netew Dike ku ji Hilbijartinê Vekişe û Piştgirîya Wî Bike


Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce
Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce

Serokê Partîya Memleket û berbijarê serokomarîyê Muharrem Înce bang li Hevpeymanîya Netew kir ku ji hilbijartinê vekişe û piştgirîya wî bike.

Înce li Antalya îdia kir ku dengên jibo wî tên ji Hevpeymanîya Gel tên ku berbijarê wê Recep Tayyîp Erdogan e.

‘’Li gor min divê Hevpeymanîya Netew ji hilbijartinê vekişe û piştgirî bide min. Bi vî awayî emê bi pêgirî serketî bin.’’

Wî ser êrîşa li Erziromê, ku li mîtînga Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu qewimîbû, bang li walîyê wî bajarî û wezîrê navxweyî kiribû ku ji kar vekişin.

Hêjayî bîrxistinê ye Muharrem Înce berî partîya xwe ava bike û, endamê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû.

Înce li hember desthilata Erdogan berê jî bûbû berbijar lê bi ser neketibû.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG