Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê CHP’ê yê Serokomarîyê Înce Îro Tê Amedê


Bajarê Amedê
Bajarê Amedê

Berbijarê serokomarîyê yê CHP’ê, Muharrem Înce îro Duşemê li Amedê mîtîngekê li dar dixe.

Înce di gelek mîtîngan de dibêje ku navnîşana çareserîya pirsa Kurd parlamento ye û ev pirsgirêkeke sîyasî, mirovahî û dadwerî ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku Înce li Amedê here serdana hevjîna Selahattîn Demîrtaş. Înce, piştî ku li Girtîgeha Edîrnê Demîrtaş zîyaret kiribû, li ser daxwaza Demîrtaş soza dabû ku li Amedê serdana malbata wî bike.

Amed navnîşana eşkerekirina polîtîkayên derbarê pirsa Kurdî ye, loma hemî sîyasetvan dema tên Amedê behsa pirsgirêka Kurd dikin û bo çareserîyê pêşnîyarên xwe eşkere dikin.

Hefteyeke berê, namzedê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û yê Partîya Saadetê Temel Karamolaoglu jî li Amedê bûn.

Erdogan di mîtînga xwe ya Îstasyonê derbarê pirsgirêka Kurd de gotibû ku “pêdivîya Kurdan bi dewletekê tuneye, komara Tirkîye dewleta wan e.”

Karamolaoglu jî bi nûnerên rêxistinên sîvîl re civîya û rapora pirsgirêka Kurd li vir eşkere kir. Wî behsa nasnameya Kurdan û mafê zimên kiribû û gotibû ku “divê mafê Kurdan bi destûrê were misoger kirin.”

Lê, nûnerên rêxistinên sîvîl rexne li Karamolaoglu kirin ku çima di raporê de behsa daxwaza statuya Kurdan nekir.

Kerem kin bi fayla deng ya jêrîn, guhdarîya dengên runiştvanên Amedê bikin ku li ser CHP’ê û hilbjartinê hizrên xwe parve dikin.

KHF_06_11_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:59 0:00

XS
SM
MD
LG