Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muharrem Înce: Sîyaseta Erdogan Tirkîyê Dibe Rêyeke Çewt


Muharrem Înce, berbijarê seroktî ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) îro Çarşemê got ku polîtîkayên îdeolojîk yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û kontrola wî ya ser banka navendî Tirkîyê ber bi nevaleke kûr ve dibe.

Înce, ku hewil dide dawî li desthilata Erdogan ya 15 salan bîne, got ku divê banka navendî û dezgehên din yên aborî bi serbestî karê xwe bikin.

“Erdogan welêt dibe nevaleke kûr. Divê banka navendî bi azadî kar bike û dezgehên din yên aborî jî bi xweser bin,” Înce di hevpevînekê de ji Reutersê re got.

Erdogan berî çend rojna gotibû ku piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê, ew plan dike ku kontrola aborî bi berfirehî bigire destê xwe.

Piştî wê daxuyanîyê nirxa lîraya Tirkî bi awayekî rekor ketibû xwarê û beramber dolara Amerîkî 15 ji sedê nirxa salane xwe hinda kiribû.

XS
SM
MD
LG