Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Înce: Tirkîye Peywendîya Xwe bi Nîrxên Demokratîk Qut Kir


Namzedê CHP Muharrem Înce îro Duşemê di preskonferansekê de got ku hem ragihandin, hem proses û hem jî encama hilbjartinê ne bi dadmendî bû.

Înce îdia kir ku bi encama vê hilbjartinê, Tirkîye peywendîya xwe bi nirxên demokratîk qut kir û rejîma yekmirov destpê kir.

Wî bang li Erdogan jî kir ku "Tenê nebe serokê partîyekê û bibe serokê 81 mîlyon gelê Tirkîyê."

Demîrtaş: "Bêdadmendîya Herî Mezin Girtîbûna Min E"

Selahattîn Demîrtaş jî bi rêya avuqatên xwe peyamek belav kir û got bêdadmendîya herî mezin, girtîbûna wî bû.

"Namzedên partîyan 100 mîtîngan li dar xistin, lê min tenê dikaribû 100 peyamên Twitterê belav bikim."

Piştî Îro Peyvajo Dê Çawa Bidome?

Encama fermî ya hilbijartinê di 29îê Hezîranê de eşkere dibe.

Bi hilbjartina 24'ê Hezîranê sîstema parlamenterî li Tirkîyê bi dawî hat.

Di sîstema serokatîyê de Recep Tayyîp Erdogan bû serokê yekê yê Tirkîyê.

Di vê hilbjartinê de 600 parlamenter hatin hilbjartin.

Di 2'ê Tîrmehê de Civata Giştî ya Parlamentoyê civîna yekê ya dema nû li dar dixe.

Parlamenterê temen mezin jibo sondxwarina parlamenterîyê dibe serokê parlamenê.

Piştî sondê parlamenter bi fermî dest bi karê xwe dikin.

Roja sondxwarina Serokomar Erdogan ew roj tê dîyar kirin.

Erdogan piştî sondê, cîgirên seroktîyê û herwisa 16 wezîran jî destnîşan dike. Paşê jî bona hilbjartina serokê parlamentoyê serlêdan destpê dike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

XS
SM
MD
LG