Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Çîn û Hindistanê Ser Aştîya li Sînor Axifîn


Wezîrên derve yên Hîndistan û Çînê îro Pêncşemê li civîna G20 ya li New Delhi ser kêşeyên dualî axifîn.

Wezîrê Derve yê Hîndistanê S. Jaishankar ji Twitterê ragihand ku ew bi hevtayê xwe yê Çînê Qin Gang re kom bûye.

S. Jaishankar dîyar kir ku wan ser çareserkirina kêşeyên dualî danûstandin kiriye.

Wî got ku ew bi taybetî ser aştî û aramîya li deverên sînorî peyivîne.

Girjîya li sînorên her du dewletên mezin yên Asyayê ew demek e gur e.

Pevçûnên bi destan yên leşkerên li sînor yên Hîndistan û Çînê di sala 2020’an de destpê kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG