Rêvebirîya Hîndistanê ya jibo G20 îro Înê ragihand ku daxuyanîya hevbeş ya dê ji rêberên komê were pêşkeşkirin nêzî hazirbûnê ye.
Li gor ragihandina wê rêvebirîyê ew daxuyanî wê dengê başûr û bakurê cîhanê be.
Hîndistan wê jibo hilcivîna G20 mazuvanîyê bike û lihevkirina ser daxuyanîya hevbeş wek serketinekê tê dîtin.
Rêberên Rojavayî dixwazin ku Rûsya jiber şerê li Ukrayna bi tundî were şermezar kirin, lê karbidestên Hîndî dibêjin ku divê di daxuyanîyê de nêrîna Rûsya û Çînê jî hebe.
Jiber helwesta tund ya dijî şer, Hîndistanê di seroktîya G20 de heta niha nikaribû daxuyanîyeke hevbeş biweşanda.
Nûnerê Hîndistanê yê jibo G20 Amitabh Kanti bi preskonferansekê dîyar kir ku daxuyanîya rêberên New Delhi nêzî hazirbûnê ye.
Kanti got ku ewê daxuyanîyê pêşkeşî rêberan bikin û bi pejirandina wan ewê bikaribin danûstandinan xurt bikin.
Jêder: Reuters