Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê 2 Tren ji Hesinrê Derketin, bi Dehan Mirî û Birîndar Hene


Karbidestên Hîndistanî îro Înê ragihand ku du trenên rêwîyan li rojhilata welêt ji hesinrê derketin û di encama de herî hindik 50 kes hatine kuştin, bi sedan kesên din jî ni nava vagonan de asê man.

Karbidestên herêma Kalkuta ju AP re got ku nêzî 400 kes ji nexweşxaneyan re hatine veguhastin û vekolîna wan didome ku bûyer çima qewimîye.

Karbidestê herî bilind yê devera Balasore, Dattatraya Bhausaheb Shinde got ji media Hîndî regot ku bi kêmî ve 50 mirî hene, rojnameya Press Trust rahihand ku hejmara mirîyan herî hindik 70 ye.

Shinde dîyar kir ku dora 500 polîs û tîmên hawarçûnê û 75 ambulans û otobus di xebatên rizgarkirinê de cîh digirin.

XS
SM
MD
LG