Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan Daxwaza Gavên Rijd ên Dijî Terorê ji Pakistanê Dike


Hidistanê îro Şemiyê ji Pakistanê daxwaz kir ku gavên rijd bavêje li dijî terorîstên ku li Pakistanê çalakdar in, di demekê ku ew mezinê dîplomatên xwe vedigerîne Îslamabadê di çarçoweya kêmkirina girjiyan di navbera herdû welatan de.

Pakistanê demekê berê vê hefteyê ragihand ku komisyonerê wê yê bilind bo Hidistanê vegeriya New Delhî, piştî herdû welatan banga mezinên dîplomatên xwe kiribû ji bo rawêjkariyên li dor girjiyên ku derketibûn pêş di encama êrîşeke xwekujî de li dijî karwanekî serbazên nîv-fermî yê Hindistanê li Keşmîrê.

Hindistanê gurûpa Jeyşî Muhemed a ku bingeh li Pakistanê ye tawanbarkir û êrîşên esmanî li nava Pakistanê pêk anîn.

Peyvdarê wezareta karûbarên derve ya Hindistanê Raveesh Kumar îro Şemiyê got desteserkirina Pakistanê ya dijî kombûn û mizgeft û nexweşxaneyên gurûpên terorîst û girtina bi dehan ji wan, ne bes e.

Wî got divê Pakistan li dijî “ terorîst û bingehên terorê” ên li ser xaka wê gavên rijd bavêje.

XS
SM
MD
LG