Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûdaneke Trênê de li Hindistanê herî Kêm 60 Kes Têne Kuştin


Berpirsên Hindistanê dibêjin trêneke beza derbasî nav qerbalixekê bû di festîvaleke ayînê de li bakurê welêt, di encamê de herî kêm 60 kes kuştin û bi dehan birîndar kirin.

Welatî roja Înê li bajarê Amritsar ê wîlayeta Pinjab li ser xeta tirênê kom bûbûn ji bo temaşekirina li yariyên agir ên festîvala Dussehra.

Polîs got herî kêm 60 birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneyên derdorê.

Gewahîderan got qurbaniyan dengê trênê nebihîst ji ber dengê teqîna yariyên agir. Hinan got trên bêdeng bû.

Berpirsên xwecihî got her sal festîval li wî cihî dibe û wan huşdarî dabû Trênê ku li wir hêdî biçe.

Serokwezîr Narendra Modi rûdan wek trajîdiyelke diltezîn binav kir û bang li berpirsan kir ku alîkariya bilez ji birîndaran re pêşkêş bikin.

XS
SM
MD
LG