Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Volkana Çiyayê Sinabung yê Îndonesiya bi 5 Peqînan Çalak Dibe


Volkana Çiyayê Sinabung yê Indonesiya 02.08.2018
Volkana Çiyayê Sinabung yê Indonesiya 02.08.2018

Berpirsên hikûmeta Îndonesya ragihand ku, roja Çarşemê Volkana çiyayê Sinabung 5 caran peqîya, xwelî û dûkela wê zêdetirî 4 kîlometran bilind bûye, ev volkan li herêma Sinabung ya girava Sumatra ya Îndonesia binav û bange, car caran şalak dibe.

Karbidestên herêma volkanê bang li welatiyan kirîye daku, herêmên nêzîkî bandora volkanê ne, xwe dûr bixin.

Roja Duşemê volkana Sinabung li girava Sumatra, ku weke giraveke sereke yê Îndonesya tê naskirin çalak bûbû, lê roja Çarşemê volkan bi teqînên bihêz berdewam bû.

Mohammad Noor Anshori, çavdêrê bingeha volkanan li herêmê daxûyaneyek da û da zanîn ku metirsî liser jiyana welatiyan nîne lê dîsan divê ji herêma volkanê dûr bikevin.

Çiyayê Sinabung li girava Sumatra yê ku 2.600 metiran bilinde, bingeha sereke ya 130 volkanye, car caran ev volkan çalak dibin û dibin sedema pêkhatina erdhejan li herêmê jiber ku, ew dikeve ser Oqyanûsa Aram, liser hêla ku, bi navê "Bazenya Agirîn"tê naskirin.

Ji sala 2010 heta niha peqîn di bingeha volkanê de pêk tên û heta nûha 17 kesan jiyana xwe jidest daye.

Volkana Çiyayê Sinabung yê Indonesiya Çalak Dibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:12 0:00

XS
SM
MD
LG