Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştgirîya Stêrkan ya jibo Kempeyna Dijî Facebook û Instagram Zêde Dibe


Kim Kardashian West
Kim Kardashian West

Ajansa AP ragihand ku beşdarbûna hunermend û kesên navdar ya kempeyna dijî gotar û naveroka tund, nefret û propagandayî yên Instagram û Facebookê didome.

Kim Kardashian West, Katy Perry, Leonardo DiCaprio û hinek hunermend û herwiha kesên navdar yên din îro Çarşemê beşdarî kempeyneke sivîl ya bi navê “#freeze anku bicemidêne” ya bo 24 saetan hemberî Instagram û Facebookê dibin.

Armanca wan ev e ku her du kompanîyên medya civakî jibo têkçûyîna naveroka tund û nefret û herwiha bo agahdarîya xelet yên hilbijartinê protesto bikin.

Hunermend û kesên navdar yên Hollywoodê piştgirîya xwe didin kempeyna herî dawî ya tevgera bi navê #StopHateforProfit ku tê wateya nefreta jibo karê bide sekinandin.

Tevger ji mirovan dixwaze ku bi peyameke ku ew dibêjin zarara Facebook dide, dîyar bikin û bo rojekê – 24 seatan hesabên xwe yên Instagram û Facebokê bicemîdinin yan rawestînin.

"Dema ku ev platformana belavkirina nefret, propaganda û agahdarîyên xelet didomînin, ez nikarim rûnim û bêdeng bimînim. Ev kiryarana ji hêla komên ku armanc dikin dabeşbûn û perçabûna Amerîka zêde bikin, tên kirin û ez nikarim piştî ku mirov werin kuştin gavan bavêjimn," stêrka navdar Kardashian West roja Sêşemê li ser hesabê xwe yê Instagramê got.

Şîrketa Facebookê red kir ku di derbarê mijarê şîrove bike, lê wê bal kişand ser daxuyanîya xwe ser tedbîrên ku ew hember sînordarkirina komên ku piştrîya tundî dikin digire.

Facebookê dîsa bal kişand ser hewilên wê yên bo parastina hilbijartina seroktîya Amerîka ya meha Mijdarê.

Hêjayî balkişandinê ye ku sterkên wek Ashton Kutcher, Mark Ruffalo, Kerry Washington, Rosario Dawson, Jamie Foxx û Sacha Baron Cohen jî di nav de pirtir ji 20 hunermenden navdar û kesên bi bondor piştgirîyê didin kempeyna #StopHateforProfit.

XS
SM
MD
LG