Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Hisên: Hevpeymaniya Navnetewî Naxwaze Tirkiyê Tore Bike Ji Bo Kurdan


Di roja Çarşemê de, 6 Şubatê kombûna hevpeymeniya navnetewî ya li dijî DAIŞê li Washington bû, ku tê de wezîrên derve yên 79 welatan û berpirsên cîhanî amade bûn ji bo giftûgokirina rewşa şerê li dijî DAIŞê.

Di beynanameya wê ya dawî de, ku bi piranî li ser têkbirina DAIŞê bû, lê belê rola hêzên Kurdî bi eşkere tê de nehat gotin, di derbarê wê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Ekrem Hisên re kir.

Birêz Ekrem anî ziman, ku ev kombûn ya welat û hêzên navnetewî ye û pênasînê bi hêzên kurdî nakirin ji ber ew ne bi ser ti welatî ve ye.

Wekî din jî ew dibêje:" Ev welat naxwazin ku Tirkiyê tore bikin ji ber ew endama NATO ye û welatekî serekî ye di Rojhilata Navîn de."

Ji aliyê kurdan ve jî, wî anî ziman ku ji wan tê xwestin ew berê xwe bi her kesî vekin da xwe biparêzin û ya din jî ew kêşeyên xwe bi Tirkiyê re çareser bikin da ku paşreoja xwe misogir bikin.

Hevpeyvîna Ekrem Hisên- 2-9-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:07 0:00

XS
SM
MD
LG