Her sal 21’ê Gulanê li cîhanê wek Roja Çay ya Navnetewî tê pîroz kirin.
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 19’ê Berfanbara 2019’an de biryar da ku her sal 21’ê Gulanê wek roja balkişandina girîngîya çayê bi bîr bîne.
Çay, ku dîroka wê diçe heta 5 hezar sal berê, di warê saxlemî, çand û sosyoekonomîk de îro jî girîng e. Dora 13 mîlyon kesên li seranser cîhanê dabara xwe bi wê gîyayê dikin.
Neteweyên Yekbûyî bi pîrozkirina wê rojê hewil dide ku bal bikşîne ser girîngîya ferhengî, saxlemî û aborî ya çayê û herwiha misoger bike ku cotker bi awayekî domdarî were dabara xwe bi çayê bikin.