Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM: Îsal Nêzî 3000 Koçber li Derya Sipî Jîyana Xwe ji Dest Dan


Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM) dîyar kir ku îsal 5000 koçberên ku derbazî welatên din bûne yan hewil dane derbaz bibin jîyana xwe ji dest dane.

IOM da zanîn ku koçberan bi fetisînê, bi tîbûn yan birçîbûnê yan jî jiber tundûtûjîyê jîyana xwe ji dest dane.

Li gor daneyên IOM’ê, ji koçberan 2925 kes dema hewil dan ji Derya Sipî derbazî Ewrupa bibin jîyana xwe ji dest dan.

IOM’ê ragihand ku bi taybetî di dawîya salê re rewşa koçberan gihaştiya asteke pir dramatîk.

Karbidestên IOM’ê li Cenevrê dîyar kir ku di çar rojên dawî de 2600 koçber ji fetisînê hatine filitandin, 34 kes bi awayekî mirî ji derya hatine derxistin û ti xeber ji 50 kesên din nayê sitandin.

Par, heta serê Mijdarê 3200 koçber li Derya Sipî jîyana xwe ji dest dabû. Li gor daneyên IOM’ê îsal heta Mijdarê 154,000 ketin vê rêka xeternak. Di heman dema 2016’an de, 337,000 koçber derbazî Ewrupa bûbûn.

Piranîya koçberan diçin Îtalya û 25 ji sedê ji wan derbazî Yunanîstan, Qibris û Îspanya dibin.

Li gor daneyên IOM’ê, di sala 2016’an de li seranserê cîhanê 7930 koçber jîyana xwe ji dest dan, lê rêxistina dide zanîn ku hejmara ku nehatiye qeyd kirin hîn zêdetir e.

XS
SM
MD
LG