Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM: Îsal 3408 Penaber li Seranser Cîhanê Jîyana Xwe Hinda Kirin


Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM), bi daxuyanîyekê ji Cenevrê ragihand ku ji destpêka îsal ve 2,397 penaber li Derya Sipî jîyana xwe ji dest dane û li seranserê cîhanê îsal heta niha 3,408 penaber mirine.

IOM bal kişand ku penaber herî zêde li beravên Îtalya jîyana xwe ji dest didin. Heta 30’ê Tîrmeha 2017’an hejmara penaberên ku li beravên Îtalya jîyana xwe ji dest dane 2,221 e. Li Îspanya 120 û li Behra Ege ya di navbera Tirkîye û Yunanistanê de jî 45 penaber jîyana xwe ji dest dane.

Li gor îstatîstîkên IOM’ê, piranîya penaberên jîyana xwe ji dest dane, dema bi belemên ne ewle ber bi Ewrupa çûne, di behrê de xeniqîne.

IOM’ê bal kişand ku bo penaberan cîhê herî xeter Derya Sipî ye.

XS
SM
MD
LG