Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM), îro Înê ji Cenevrê ragihand ku ji destpêka 2017’an heta Tîrmehê bi qasî 603,000 Sûrî vegerîne gund û bajarên xwe.
Berdevka IOM’ê Olivia Headon dîyar kir ku ew ‘’pêla herî mezin ya vegerê’’ ye.
Li gor pêzanînên IOM’ê, di temamê sala 2016’an de bi qasî 600,00 Sûrî vegerîbûn warên xwe.
Headonê da zanîn ku 84 ji sedê ji Sûrîyên vegerîyane warên xwe, di nava Sûrîyê de çûne herêmeke din. 16 ji sedê jî ji Tirkîye, Lubnan, Urdun û Îraqê vegerîne warên xwe.
Ji nav Sûrîyên li welatên cîran, herî zêde yên ji Tirkîyê zivirîne welatê xwe. Sûrîyên ku ji Tirkîye û Urdunê vegerîne, pirtir li Heleb û Hesekê bi cîh bûne.
IOM’ê dîyar kir ku piranîya Sûrîyan jibo parastina milkên xwe zivirîne û ew bawer dikin ku rewşa aborî û ewlehîya Sûrîyê hêdî hêdî baştir dibe.
Berdevka IOM’ê bi berdewamî da zanîn ku yek ji sedemên vegera Sûrîyan jî kêşêya biyanîbûna li welatên din e.
Li gor pêzanînên IOM’ê niha ji 11,000,000 zêdetir Sûrî warên xwe terkandine ku hin ji wan li Sûrîyê mane, hin jî derketine derveyî wî welatî.
Pirtir ji 800,000 kes jiber sedemên ewlehîyê nikarin vegerin warên xwe. IOM dide zanîn ku piranîya wan du yan jî sê car neçar mane ku malên xwe hêlane.
Sazîyên serbixwe dîyar dikin ku di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, ku 6 sal in didome, heta niha bi qasî 400,00 kes jîyana hinda kirine.