Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM Dibêje di Binabvûna Keştîyeke Koçberan de bi Dehan Kes li Tûnisê Hinda Bûne


Komeke ku tê texmîn kirin ku koçberên ji Tunisê ne li ser keştîyek darîn ya xeter, li benda alîkarîyê ne.(Arşîv)
Komeke ku tê texmîn kirin ku koçberên ji Tunisê ne li ser keştîyek darîn ya xeter, li benda alîkarîyê ne.(Arşîv)

Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê (IOM) îro Çarşemê ragihand ku li beravên Tûnisê keştîyeke qelebalix ya koçberan binav bû û 75 kes hinda bûn.

IOM dîyar kir ku ji keştîya ku ji beravên Zawara ya Lîbya derketibû rê û li beravên Sfax binav bû, 24 kes hatine rizgar kirin.

Karbidestekî ewlekarî yê Tûnisî ji Reutersê re got ku nobedarên beravê di xebatên lêgerîn û rizgarmirinê de termek dît.

Di mehên dawî de bi dehên kesên ku ji Tûnis û Lîbya ber bi Îtalya ve diçin, di dema rêwîtîya dijwar de diqeniqin dimirin.

Bi sed hezaran mirov di van salên dawî de ji ser Derya Sipî ya xeter bi xaçaqî derbazî welatên Ewrupî dibin.

Karbidestên Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dîyar dikin ku di 2021'an de zêdetirî 123 hezar koçber bi vê rêkê giheştine Îtalya û ew didine zanîn ku ev hejmar li gor 2020'an 95 hezar kes zêde bûye.

XS
SM
MD
LG