Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karhênerên iPhone Niha Dikarin Tev Maskê Mobîlên Xwe Vekin


Kompanîya Apple taybetmendîyeke nû jibo mobîlên xwe yên iPhone zêde kiriye ku ji mêj ve karhêner li hêvîya wê bûn.

Li gor serwextkirina nû ya iPhone, IOS 15.4 Beta, ku vê dawîyê hate ragihandin û hîn jî di çarçoveya ceribandinê de ye, êdî xwedîyên iPhone dê karibin tevî maska ser rû qufla mobîlên xwe vekin.

Sîstema iPhone ya berê rê nedida xelkê ku mobîl rûyên wan nas bike bêyî ku hemû rûyên xwe nîşanî kamereya iPhone bikin.

Ev zêdekirin di demekê de tê ku hemû xelk li gelek welatên cîhanê jiber pandemîya vîrûsa koronayê maskan piranîya wextê bikar tînin.

Teknolojîya nû ya “Face ID” dê bi rîya naskirina çavên mirov û devera derdora çavan, nasnameya karhênerên iPhone destnîşan bike, bêyî ku maskên xwe hilînin.

Lê ev taybetmendîya nû, ne hemû mobîlên iPhone dide ber xwe, lê belê niha tenê yên modelên 12 û 13, bi hemû cureyên wan. Li gor raportên medyayê, Apple kar dike ku vê taybetmendîyê jibo hemû modelên iPhone berdest bike.

XS
SM
MD
LG