Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Perlemanê Îraq Parêzgarê Ninewa liser Kar Dûrxist


Media fermi ya Îraqê ragehand, Perlemanê Îraqê deng bo ladana parêzgarê Ninewa Newfel Hemadî da, piştî boyera wergêrana gemiyekê ko bi kêmî ve 90 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Gemiyê malbant ji çemê Dijle bo giravekê derbas dikir ko piranîya wan ned dizanin melevanîyan bikin.

Piştî demeka dirîz ji desthelad darîya Daîşê biser herêma Ninewa, xelkê hest bi azadîyê dikir lê pisên gendelîyî û nebûna xizmetan rewşa bajar xirab kiriye.

Hijmareka zora xelkê nerazî bûna xwe diyr kirin û dijî serokê Îraqê û parêzgarê Ninewa rawestan û êrîş biser wan kirin ko naçar bûn cihê boyerê bich bihêlin.

Serok wezirê Îraqê Adil Ebdulmehdi daxwaz ji perlemanê Îraqê kir Hemadî liser kar labiden.

Lgor qanûna Îraqê perleman dikare parêzgaran liser postê wan labidet eger serok wezir pêşniyaz bike.

XS
SM
MD
LG