Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheka Îraqê Çar Kesan Sêdare Dide


Wizareta Dada Îraqê di beyanamekê da ragehad, dadgehekî Çar kes bi goneha tevlê bûna komela çakdarên dewleta Îslamî yan Daîşê bi sêdaredanê ciza kirin.

Ew Çar kese ji aliyê hikumeta Îraqê daxwaz kiri bûn û Hêzên Syria Demokrat (HSD) ewa Amerîka piştgirîya wan dike dane destê Îraqîyan.

Dadgeha tawanên Baxda biryara sêdaredanê bo wan Çar goneh baran da ligor qanûna tawanan ya Îraqî, ew kese wilatîyên Îraqê ne û hewl didan ewlehi û aramîya welatî têkdabûn.

Li meha 2 leşkerê Îraqê digot, HSDê 280 çekdarên Îraqî û biyanî dane destê hêzên ewlehîya Îraqê.

Her ji dema paydabûna Daîşê bi hizaran begomanên Daîşê dadgeh kirine yan di girtîxanan da mayne.

XS
SM
MD
LG