Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firensa û Almanya Hoşdarîyan Didene Îranê


Iran dibêje, Hêzên Pasdarên Îranê destê xwe biser gemiyeka petrola Brîtanya dana jibeko tevlî boyerekê bibû, lê wezîrê derve yê Brîtanya got, tirsa me ewe Îran bi riyeka şaş da diçe lidema çend aliyên Ewropa xema xwe liser kirdarar Îranê diyar kirin.

Acansa Faris ya peyamên fermi ya Îranê da zanin, hêzên pasdaran gemîya Stena Impro kontirol kir piştî xwe li gemîyeka Masî girên Îranê da.

Firensa û Almanya daxwaz ji Îranê kirin bi zûtirîn dem gemiya Brîtanya azad bike.

Wizareta derve ya Fransa di beyanekê da got “ Em daxwazê ji desthelata Îranê dikin Gemiya Brîtanya digel tevaya kesên binçav hiri azad bike û rêzê li vegohastina dinav ava kendavê da bigre, herwesa hoşdar da liser zîdekirina aloziyên herêmê”.

XS
SM
MD
LG