Karbidestekî Tirk dibêje, wezîrê derve yê Îranê Cevad Zarif îro Sêşemê serdana xwe ya Tirkîyê betal kir, lê wî weşkere nekir ku sedema wê yekê çi ye.
Dihate çaverê kirin ku rojeva serekî ya serdanê, kêşeya Sûrî be ku Tirkîyê û Îran li hember hevdu disekinin.
Îran hevalbendeke xurt ya rejîma Beşad Esad e, lê Tirkîyê jî bi eşkereyî hewil dide ku Esad ji desthilatê were ladan.
Îrana Şîa gelek caran bang li Tirkîyê ya Sunnî kir ku di êrîşên dijî DAIŞ de rêz li serwerîya Sûrîyê bigire.