Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Salvegera 45an A Şoreşa Îslamî Ya Îranê, Di dema Girjiyan De Pîroz Dike


Îranê roja Yekşemê 45emîn salvegera Şoreşa Îslamî ya sala 1979'an pîroz kir, di nav kêşeyên ku li Rojhilata Navîn berfirehtir dibin, wek encama berdewamiya şerê Îsraîl û Hamas li Kerta Gazayê.

Bi hezaran Îranî li kolan û meydanên sereke ku bi al, balon û pankartên bi sloganên şoreşgerî û olî hatibûn xemilandin, meşiyan.

Li Tehranê jî girseya gel alayên Îranê hildan, dirûşm berz kirin û pankartên ku sloganên wek “Bimre Amerîka” û “Bimre Îsraîl” li ser nivîsandibûn, hildan.

Hinekan alayên Amerîka û Îsraîlê şewitandin, ku di mîtîngên alîgirên hikûmetê de, pratîkeke hevpar e.

Rêveçûnan ji gelek xalan destpê kir, û li Qada Azadî ya Tehrana paytext li hev kom bûn. Televîzyona dewletê li gelek bajar û bajarokan girse nîşan dan û îdîa kir ku "bi mîlyonan beşdarî mîtîngan bûne" li seranserê welêt.

Di pîrozbahiyê de, kesekî bi paraşûtê ji xwe ji balafirekê avêt û alaya Filistîniyan nîşan da.

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG