Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Amerîka ji ber Qedexekirina Serdana Zerîf bo Nexweşxanê Rexne Dike


Ebbas Ereqçî cîgirê wezîrê derve yê Îranê
Ebbas Ereqçî cîgirê wezîrê derve yê Îranê

Îranê îro Şemiyê Amerîka rexne kir li dor biryara wê ya “ne mirovane” ya qedexekirina wezîrê derve yê Îranê ji serdana dîplomatekî Îranî di nexweşxaneyeka bajarê New Yorkê de.

Desthilatdarên Amerîka nehîşt ku Mihemed Cewad Zerîf serdana balyozê Îranê yê Neteweyên Yekgirtî Mecîd Taxt Ravençî bike ku di nexweşxaneyeke bajêr de dermanê penceşêrê werdigre.

Di meha Tîrmehê de, Amerîka gera Zerîf bend kir bi navçeyeke teng a derdora avahiya Neteweyên Yekgirtî.

Wezareta derve ya Amerîka got ew dê rê bide serdana nexweşxaneyê tenê eger Îran welatiyekî Amerîkî yê girtî azad bike.

Îranê jimarek welatiyên Amerîkî girtine ku Amerîka dibêje ti bigeh ji girtina wan re nîne.

Ajansa Îranê ya nûçeyan IRNA ji ser zimanê Ebbas Ereqçî, cîgirê wezîrê derve ragihand ku dibêje Amerîka pirsgirêkên mirovî kirine rehîneya kêşeyên siyasî.

XS
SM
MD
LG