Medya xwecihî ya Îranê îro Şemiyê ragihand ku hin çekdaran êrîşek bir ser reveçûneke leşkerî ya salane li navçeya Ehwaz a başûrê rojavayê welêt, bi kêmanî 8 endamên pasdarên Îranê kuştin û 53ê kesên din birîndar kirin.
Ta niha çi aliyekî berpirsiyariya vê êrîşê nedaye ser milê xwe, lê sala borî Îran rastî êrîşekê wiha hat ji aliyê gurûpa Deleta Îslamî ve û cudaxwazên Ereb berê êrîşî boriyên niftê kirine.
Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di cih de welatên herêmê û “ mezinên wan ên Amerîkî” bi vê êrîşê tawanbar kirin.
Wî li ser Twittera xwe nivîsand:
“Îran wê bi lez û bi awakî birayarbir bersivê bide ji bo berevaniya jiyana Îraniyan.”
Tilfizyona dewletê hin girteyên piştî rûdanê belav kirin.