Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Alîkarîya Sûrîye Dike Jibo Tepeserkirina Xwepêşanderan


Îran Alîkarîya Sûrîye Dike Jibo Tepeserkirina Xwepêşanderan
Îran Alîkarîya Sûrîye Dike Jibo Tepeserkirina Xwepêşanderan

Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku wê pêzanînên bawerpêkirî hene ku rijîma Îranê alîkarîya hikûmeta Sûrî dike ji bo tepeser kirina xwepêşanderên li dijî hikûmetê.

Cîgirê demkî yê peyvdarê Wezareta Derve, Mark Toner, got ku herçende hikûmeta Îranê mafên mirovan yên gelê xwe binpê dike, ew bi berdewamî xwe têkelî karûbarên welatên din li herêmê dike.

Rojnama Wall Street Journal roja pêncşembî ragihand ku sedema alîkarîya Îranê bo hikûmeta Beşar El Esed, alozî û perîşanîya Tehranê ye ku hevalbendeka girîng li wê herêmê ji dest bide.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG