Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salihî: Îran Amade ye Mêvandarîya Opozisyon û Rejîma Sûrî Bike


Alî Akber Salihî.
Alî Akber Salihî.
Wezîrê derve yê Îranê Alî Akbar Salihî roja Yekşemê got ku Tehran amade ye mêvandarîya danûstandinan bike li navbera komelên opozisyon û rejîma Sûrîyê, li gor ajansa nûçeyên ISNA ya Îranî.

Her pêşnîyareka Îranê dibe ku ji layê opozisyonê ve bê redkirin. Komelên opozisyonê naxwazin danûstandinê bi rejîma Beşar El Esed re bikin.

Komelên opozisyonê herwiha rexnê li Îranê digirin, ku hevalbenda serekî ya Esed e.

Nûnerê navneteweyî Kofî Annan heftîya bihurî serdana Îranê kir jibo encamdana gotûbêjan li ser pirsgirêka Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG